Li Mêrdînê pîrozbahiyên 15’ê Tebaxê destpê dike

Li Mêrdînê pîrozbahiyên 15’ê Tebaxê destpê dike

BDP’a Mêrdînê li Mêrdîn û navçeyên wê starta  pîrozbahiyên 15’ê Tebaxê da. Pîrozbahî îşev li navend û navçeyan dest pê dike.

BDP’a Mêrdîn starta pîrozbahiyên 15’ê Tebaxê da. Hevserokê BDP’a Mêrdînê Reşat Kaymaz der barê pîrozbahiyan de daxuyaniyek da û diyar kir ku têkoşîna 15’ê Tebaxê bi germahiya Şoreşa Rojava pîroz dikin û wiha got: “bermaya me ya pîrozbahiyê îro li navend ûnavçeyan dest pê dike. Li Mêrdînê, bajaroka Yalim, Qoser, Dêrik, Nisêbîn, Mîdyat, Çiyayê Mazî û Dar Geçîtê dê bê pîrozkirin.  Berxwedana 15’ê Tebaxê gelê kurd ji wendakirinê, derxistiye. Hêviya me ve ku gelê kurd bi vê armancê cejnê pîroz bike. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku bi ruhê şoreşê pîroz bike. Di van pîrozbahiyan de banga me li gelê me ye ku bi ruhê serhildanê tevli pîrozbahiyê bûn. Ev pîrozbahî dê bibin nirxandina van bûyeran. Ji ber ku li rojava şoreşek pêk tê. Gelê me ji ber cejna vejînê berbi şoreşa Kurdistan û netewa Rojava diçe. Çalakiyên me dê bi vê esasê bimeşe. Di 15’ê Tebaxê de li Nisêbîn û Qoserê emê konê aştiyê ava bikin. Her wiha emê li Mêrdîn, Omerî, Çiyayê Mazî, Dêrik, Yeşîllî û Savurê kn bê vedan.

Li aliyê din îro saet di 20.30’an de li Nisêbînê li Parqa Musa Anter dê şolenê pê bîne.