Li Mêrdînê li dijî tecrîdê daxuyanî hate dayin û çalakiya rûniştinê hate kirin
Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê li dijî tecrîda li ser Îmraliyê çalakiyek kir û berxwedana li zindanan silav kir.
Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê li dijî tecrîda li ser Îmraliyê çalakiyek kir û berxwedana li zindanan silav kir.
Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê derbarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê ya ku 196 roj in li girtîgehan didome daxuyaniyek weşand.
Çalakî li pêşiya avahiya partiyê hate kirin û gelek kes tevlî çalakiyê bû. Hevserokê HDP’a Mêrdînê Salîh Kuday di çalakiyê de axivî û got “Ev tecrîd ne bi tenê li ser Ocalan, li ser hemû gelê Kurd didome. Çi partî û saziyên ku dixwazin aştî, demokrasî û azadî pêk were û tecrîd were rakirin, rastî zextên desthilatdariya AKP û MHP’ê tên.”
Kûday xwest bila daxwazên berxwedêrên greva birçîbûnê were qebûlkirin.
Piştre li dijî tecrîdê çalakiya rûniştinê hate kirin.