Li Mêrdînê kontrolên rê û dewriyê
Li Mêrdînê kontrolên rê û dewriyê
Li Mêrdînê kontrolên rê û dewriyê
Hate hînbûn ku artêşa tirk li çoltera Mêrdînê di riyên gundan de di bi navê dewriya leşkerî de kontrolên rê pêk tîne.
Li gorî çavkaniyên herêmî li qada Omeryan a Mêrdînê di rojên dawî de leşkerên artêşa tirk kontrolên rê zêde kiriye. Hat hînbûn ku leşker ev çend rojên dawî ne li qada Omerya li gundên Xirabê, Babê, Cineta, Talatê û yên derdorê û riyên diçin Nisêbînê kontrolan pêk tînin.
Di navê navberê de li navçeya Bazid a Agiriyê jî li girê Goma Temir leşker hatine bicihkirin. Hat hînbûn ku bendewariya leşkeran didome.