Li Mêrdîn û Wêranşarê çalakî, li Îzmir û Wanê banga tevlîbûna 15'ê sibatê
Li Mêrdîn û Wêranşarê çalakî, li Îzmir û Wanê banga tevlîbûna 15'ê sibatê
Li Mêrdîn û Wêranşarê çalakî, li Îzmir û Wanê banga tevlîbûna 15'ê sibatê
Ji bo şermezarkirina 15'e Sibatê roja anîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya Tirkiyeyê li Mêrdînê û Wêranşarê çalakî hatin lidarxistin. Li navçeya Ebexa Wanê û Îzmirê jî civîn hatin lidarxistin û banga tevlîbûna meşa 15'ê Sibatê hat kirin.
Çalakiyên şermezarkirina 15'ê Sibatê roja anîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê her ku diçe belav dibe. Li Mêrdîn û Rihayê çalakî hatin lidarxistin û li Îzmir û Wanê jî civînên gel hatin lidarxistin.
MÊRDÎN
Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê ji bo 15'ê Sibatê şermezar bike meşek girseyî pêk anî. Koma ku li qada Navenda Saraçoglu li hev kom bûn, pankarta "Em komploya 15 Sibatê şermezar dikin" vekirin bi sloganên "Em dê jiyana bêyî Ocalan bi serê we de hilweşînin", "Ciwan fedaiyên Apo ne", "PKK gele, gel li vire" û "Bijî Serok Apo" qîr kirin. Welatiyan jî li balkonê piştgirî dan meşê.
Piştî meşê Wekîlê Serokê BDP'a Mêrdînê Alattin Turan diyar kir ku, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15'ê Sibatê de bi komployek navneteweyî anîn Tirkiyeyê û wiha got: "Kesên ev komplo pêk anîn negihiştin armanca xwe û dê negêjin armanca xwe. Lê komplo jî hêj berdewam dike. Rêberê vî gelî Birêz Abdullah Ocalane û gel dê li vîna xwe xwedî derkeve."
WÊRANŞAR
Li navçeya Wêranşarê jî li taxa Şirnexê bi heman armancê komek ciwan li hev kom bûn û çalakî pêk anîn. Ciwanan di ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de silogan qîr kir û vîna xwe anîn ziman. Çalakiya ku bi qasî demjimêrekê berdewam kir, piştî demekê bê bûyer bi dawî bû.
WAN
Li navçeya Ebexa Wanê jî Rêxistina BDP'ê ya Ebexê bi heman armancê civîna gel hat lidarxistin. Di civînê de Serokê BDP'a Ebexê Abbas Atsak û gelek rêveberên BDP'ê amade bûn. Atsak bang li her kesî kir û xwest di 16'ê Sibatê de li ber avahiya BDP'ê kom bibin û tevlî çalakiyê bibin.
ÎZMÎR
Rêxistina BDP'ê ya Îzmirê jî bi heman armancê civîn pêk anî. Di civînê de Serokê BDP'a Îzmîrê Fuat Mikaîloglu diyar kir ku, dê di 15'ê Sibatê di demjimêr 14.00'an de li qada Basmanê kom bibin û heta qada Konakê meşekê pêk bînin. Mikailoglu bang li her kesî kir û xwest tevlî meşê bibin Mîkaîloglu diyar kir ku, dê meclisa Jinê ya BDP'a Îzmîrê jî di 14'ê Sibaê di demjimêr 11.00'an de li avahiya Tum-Tisê bi tevlîbûna parlamentera BDP'ê ya Amedê Emîne Ayna panelê pêk bîne û xwest her kes tevlî panelê bibin.