Li Mêrdîn û Dersîmê girtin û binçavkirin
Li Mêrdînê 7 kes hatin girtin û li Dersîmê jî gelek xwendekar hatin binçavkirin.
Li Mêrdînê 7 kes hatin girtin û li Dersîmê jî gelek xwendekar hatin binçavkirin.
Êrîşên qirkirina siyasî yên AKP/Qesrê didomin. Li Mêrdînê ji 71 kesên hatine binçavkirin 7 kes hatin girtin. Li Dersîmê jî gelek xwendekar hatin binçavkirin.
MÊRDÎN
Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê piştî qeymeqamê Tirk Muhammet Fatih Safiturk ku wekî qeyûm hat tayînkirin û di 10’ê mijdarê de li odeya xwe hat kuştin, 71 kes hatin binçavkirin. Ji 71 kesên hatin binçavkirin 7 kes hatin girtin. Ji 29 kesan 17 kes lêpirsîna wan bi dawî bû û sewqî dozgeriyê hatin kirin. Ji 17 kesan Midûrê Karên Nivîsê Tahsin Erdaş biraziyêwî Şefê Midûrê Nivîsê Şefi Şerif Mesutoglu û Amîrê zabitayê şaredariya dêrikê Vedat Erol jî di navde 7 kes hatin girtin. Kesên din jî serbest hatin berdan.
42 kesên ji aliyê Jendermeyan ve hatin binçavkirin jî hêj lêpirsîna wan a di bin çavan de didome.
DERSÎM
Polîsan li Dersîmê bi ser waregeh û malên xwendekaran de girtin herî kêm 12 xwendekar hatin binçavkirin.
Navên kesên ku hatine binçavkirin wiha ne : Şehmus Bakir, Mehmet Toftîk, Fatma Ozkan ve Serhat Gurbuz.