Li Menemenê ciwaneke HDP’yî hate destgîrkirin

Li navçeya Menemenê ya Îzmîrê di serdegirtina malan de Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Dîlan Karakoç hate destgîrkirin.

Vê sibehê li Menemena Îzmîrê polîsan girte ser mala Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Dîlan Karakoç. Polîs bi saetan li nava malê geriyan û alav belav kirin.

Polîsan lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê hatibû destpêkirin, wekî hincet nîşan da. Derbarê sûcdariya li ser Karakoç tu agahî nehatin stendin.