Li Menderesê êrîşî wesayîta HDP’ê ya hilbijartinê kirin
Li navçeya Menderes a Îzmîrê êrîşî wesayîta HDP’ê ya hilbijartinê hate kirin. Wesayîta dan ber kevinran, birin qereqola polîsan.
Li navçeya Menderes a Îzmîrê êrîşî wesayîta HDP’ê ya hilbijartinê hate kirin. Wesayîta dan ber kevinran, birin qereqola polîsan.
Wesayîta Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a hilbijartinê li navçeya Menderes a Îzmîrê êrîş li ser hate kirin. 4 HDP’yiyên dema li navçeya xebatên hilbijartinê bi rê ve dibirin ji aliyê 15 kesan ve pêşiya wesayîtê hate girtin, komê bi keviran êrîşî wesayîtê kirin. Polîsên hatin cihê bûyerê, wesayît û 4 HDP’yî birin qereqolê û li ser bûyerê agahî girtin û wêne kişandin.