Li Melboûrne û Mannehîm aktivîteya 15’ê Tebaxê
Li bajarê Melboûrne yê Awûstûralya û bajarê Mannheîm ê Elmanyayê cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê pîroz kirin.
Li bajarê Melboûrne yê Awûstûralya û bajarê Mannheîm ê Elmanyayê cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê pîroz kirin.
Li bajarê Melboûrne yê Awûstûralya û bajarê Mannheîm ê Elmanyayê cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê pîroz kirin.
MELBOÛRNE
Li bajarê Melboûrne yê Awûstralyayê bi sedan Kurdistanî û dostên wan ve Cejan Vejînê ya 15’ê Tebaxê pîroz kirin.
Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir, li ser girîngî û wateya rojê axaftin hatin kirin.
Aktivîsta Kurd Roj wiha axivî: “Cejna Bexwedanê di serî de li Rêber ê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li şehîdên ku di vê oxirê de canê xwe feda kirine, hemû gelên Kurdistanê, dost û hem hevriyan pîroz dikim.” Sînevziyonekî têkildarî Vejîna 15’ê Tebaxê hate pêşkêşkirin.
Di pîrozbahiyê de, Aktivîsta Kurd Hawzhîn Azeez a ku di komîteya ji nûde avakirina Kobanê de cih digire jî cih girt û axaftin kir. Azeez, xebat û çavdêriyên xwe yên ku ji sala borî ve li Rojava hatine meşandin bi gel re parvekir.
Azeez diyar kir ku ji beriya niha bûyerên ku li Rojava hatin jiyîn bi çavekî Awûstûralyayî temaşe dikir, lê dema ku berxwedana û bûyerên kû pêk hatin di cih de dît, gihiştim wê qenetê ku li hinek cihan êdî ti wateya gotina namîne.
Azeez wiha anî ziman: “Avakirina van nirxan bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi xwîna şehîdên ku li her çar parçeyên Kurdistanê rijandî û têkoşîna azadiya Kurd a 15’ê Tebaxê ye.” Azeez her dawî diyar kir ku divê hemû Kurd û dostên wan ên hesyar xwedî li nirxên têkoşîna azadiyê derkevin . Azeez bin xet kir ku modela Konfederalîzma Demokratîk modelekî pir girîng e.
Pîrozbahî bi konsera hunermend Mesût Med ve dewam kir. Herî dawî bi xwendina ‘Çerxa Şoreşê’ û gerandina govendê dawî li pîrozbahiyê hat.
MANNHEIM
Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê bi boneya Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê semînerek hate lidarxistin. Di civînê de bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo çalakiyên ku bên lidarxistin banga bejdariya xûrt hate kirin.