Li Melboûrnê salvegera PKK’ê hate pîrozkirin

Li bajarê Melboûrn ê Avûstralyayê 40’emîn salvegera damezrandina PKK’ê hate pîrozkirin.

40’emîn salvegera damezrandina PKK’ê li bajarê Melboûrn ê Avûstralyayê hate pîroz kirin. Pîrobahî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Vîctorîayê hate kirin û di pîrozbahiyê de hate ragihandin ku tevî faşîzma dewleta Tirk berxwedan didome.

‘PKK KURD ANÎN GEL HEV’

Nûnerê KNK’ê Cengîz Sonkaya axivî, balkişand li ser serketina tevgera Kurd a li dijî çeteyên DAÎŞ’ê û wiha got; “Dema ku emperyalîzma cîhanê serê xwe xistîn nava axê, tevgera Kurd li dijî DAÎŞ’ê serketinên mezin bidestxist.”

Hevseroka Navenda Tevgerê Jiyan Agirî jî wiha got; “Tevgera Kurd xewa dijmin herimand. PKK’ê ji her çar parçeyan Kurd anîn gel hev.”

GUVEN HATE SLAVKIRIN

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Vîctorîayê Sertaç Şahîd jî axivî û Parlamentera HDP’ê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Ocalan di çalakiya greva birçîbûnê de ye slav kir.

Daxuyaniya ku ji aliyê PKK’ê ve hatibû dayîn ji aliyê Fatoş Çîçek ve hate xwendin.