Li Melbourne, li ber Konsolosiya DYA çalakiya rûniştinê
Li Melbourne, li ber Konsolosiya DYA çalakiya rûniştinê
Li Melbourne, li ber Konsolosiya DYA çalakiya rûniştinê
Li dû êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê, mîna gelek navendên Ewropayê li Awûstûralyayê jî Kurdistanî rabûn ser piyan. Li bajarê Awûstûralya Melbourne, li ber Konsolosiya DYA çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.
Di çalakiya bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistaniyan a Viktorya (NAV-KURD) de banga deswerdana lezgîn li êrîşên li hemberî Kobanê hat kirin. Girseya gel a li ber konsolosiyê çalakiya rûniştinê pêk anî, li ser rewşa li Kobanê dosyayek pêşkêşî rayedaran kir û banga tevgera li dijî çeteyên DAIŞ'ê kir.
Rayedarên NAV-KURD'ê dan xuyakirin ku di serî de DYA heta Awûstûralya û welatên Ewropa li dijî DAIŞ'ê bikevin nava tevgerê, ew ê her roj çalakiyan lidar bixin.