Li Melbourne ji bo Kobanê çalakiya rûniştinê

Li Melbourne ji bo Kobanê çalakiya rûniştinê

Li bajarê Melbourne yê Awûstûrya bi armanca xwedîderketina li berxwedana Kobanê li navenda bajêr çalakiya rûniştê hat lidarxistin.

Bi organîzasyona Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistaniyan a Victorya NAV-KURD bi sedan Kurdistaniyan êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê şermezarkirin.  Di çalakiyê de li ser navê NAV-KURD, rêxistin û saziyên ji 4 parçeyên Kurdistan axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de, ji bo Şengaleke din rû nede banga seferbertiyê li gelê Kurd hat kirin û ji hêzên koalîsyonê hat xwestin li hember çeteyên ku êrîşî Kobanê dikin hê zêdetir êrîşên hewayî pêk bînin.

Di çalakiya rûniştinê de bi hezaran belavokên bi serenava ‘Li Kobanê komkujî heye rawestînin’ û ‘Ji raya giştî ya Awûstûrya re banga alîkariya lezgîn’ ku ji aliyê NAV-KURD ve hatibûn amadekirin hatin belavkirin..

Di tevahiya çalakiyê de stand hatin vekirin û ji bo Kobanê alîkarî hat komkirin. Li gel Kurdistaniyan Awûstûryayiyan jî eleqeyeke zêde nîşanî kampanyaya alîkariyê dan.

Çalakiya rûniştinê bi dirûşmayên, “Tirkiye dest ji destekkirina DAIŞ berde”, “Bijî Berxwedana Kobanê”, “Bijî YPG, YPJ, HPG” bi dawî bû.