Li Melbourne çalakiya rûniştinê ya bêdem
Li Melbourne çalakiya rûniştinê ya bêdem
Li Melbourne çalakiya rûniştinê ya bêdem
Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê li bajarê Awûstûrlya Melbourne'yê tê protestokirin. Kurdistaniyên xwedî li berxwedana Kobanê derketin, li ber parlamentê çalakiya rûniştinê lidar xistin.
Li bajarê Awûstûrlya Melbourne'yê çalakiyên ji bo xwedîderketina li berxwedana Kobanê dewam dikin. Çalakiya rûniştinê ya ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistaniyan a Victoria (NAV-KURD) ve hat organîzekiri, bi beşdariya bi sedan Kurdistaniyan pêk hat. Di çalakiya ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê lê hatin protestokirin de, nûnerên meclîsa NAV-KURD'ê û siyasetmedarên Kurd axivîn.
Di axaftinan de berxwedana Kurdan a li Bakurê Kurdistanê û tevahiya cîhanê hat silavkirin, her wiha bang li hikûmeta Awûstûrlyayê hat kirin ku dawî li bêdengiya xwe bîne û dest li rewşê werde. Çalakî rastî eleqeyeke mezin a Awûstûralyayiyan hat.