Li Meksîkayê di balexaniyê de teqîn: 25 mirî
Li Meksîkayê di balexaniyê de teqîn: 25 mirî
Li Meksîkayê di balexaniyê de teqîn: 25 mirî
Li paytextê Meksîkayê di balexaniyek ya 214 metreyî ya Pemexa petrolê lê heyî teqînê rû da, 17 jê jin herî kêm 25 kesan jiyana xwe ji dest da û 101 jî birîndar bûn.
Piştî teqîna şeş demjimêran ya Mexîcoyê, Serok Dewlet Pena N3ieto li ser Twîtterê daxuyaniyek da û ragihand ku, kesek yê di qada yekem de asê mayî hatiye rizgarkirin. Nîeto da diyarkirin ku, “Sedemê teqînê nizanim. Ji ber vê sedemê hemû daxuyaniyên bêne kirin dê bibin spekulasyon.” Û aşkera kir ku, yekîneyên rizgarkirinê xebatên xwe didomînin.
Teqîn di demjimêr 16.00’an de rû da. Li gorî daxuyaniyên rayedaran herî kêm 25 kesan jiyana xwe ji deset dan, 101 kes jî birîndar bûn. Bûyer piştî ku 3 hezar û 500 karkerên di Pemexê de derdiketin rû da. Di avahiya Pemex ya 54 qatî de, dûman rabû. Hate ragihandin ku, di qatên yekem yên avahiyê de zirarên mezin yên aborî çêbûne.