Li Meksîkayê 4 gorên komî hatin dîtin
Li Meksîkayê 4 gorên komî hatin dîtin
Li Meksîkayê 4 gorên komî hatin dîtin
Li Meksîkayê 4 gorên komî yên ku cenazeyên xwendekaran têde bû hate dîtin. Wezîrê Edaletê yê Meksîkayê Jesus Murîllo Karam daxuyaniyek da û diyar kir ku rayedaran 4 gorên komî yên cenazeyên ji 45 xwendekaran têde bûn dîtine. Wezîr diyar kir ku nayê zanîn ku di gorên komî de çend cenazeyên xwendekaran hene.
Li eyaleta Guerrero ya Meksîkayê di rojên buhrî de ji 43 xwendekaran hinek cenazeyên wan hatibûn dîtin. Di girtinên ku duh pêk hatin de di encama îfadeyan de 4 gorên komî yên din hatin dîtin. Rayedaran diyar kirin ku nizanin çend cenaze di gorên komî de ne.
Di operasyonan de binçavkirin çêbibûn. Kesên hatibûn binçavkirin der barê 4 gorên komî yên xwendekaran de agahî dabû.
Herêma mijara gotinê ye nêzî bajarê Lguala ya ku di 26’ê Îlonê de 43 xwendekar lê winda bûne ye û li wir komeke pispor dixebitin. Di 26’ê Îlonê de bi ser bazirganên tiryakê de hatibû girtin û heman demê de xwendekar winda bibûn. Di dawiya hefteyê de gorên komî yên ku cenazeyên 28 xwendekaran lê hatibûn veşartin hatin dîtin.
Rojnameya El Unîversal got ku di çarçoveya lêpirsînê de 22 jê polîs 34 kes hatine binçavkirin û diyar kir ku Wezareta Edaletê pîstên cuda lêkolîn dike û hewl didin ku xwendekar çima hatine hedef girtin wê derxin holê.