Li medya civakî kampanya li dijî tecrîdê: #TecritiKır
Li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ser medya civakî kampanya bi navê #TecritiKır (tecrîdê bişikîne) dest pê kir.
Li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ser medya civakî kampanya bi navê #TecritiKır (tecrîdê bişikîne) dest pê kir.
Ji bo rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bikarhênerên medya civakî duh êvarê bi hashtaga bi navê #TecritiKır (tecrîdê bişikîne) dest bi kampanyayekê kirin.
Hashtag li malperên Facebookê û Twitterê hate vekirin û di demeke kin de gelekî bal kişand.
Bikarhênerên medya civakî bi zimanên Kurdî, Tirkî, Îngilîzî, Elmanî, Fransî û gelek zimanên din peyam li ser tecrîda giran weşandin û bal kişandin ser rola Ocalan a ji bo aştî, demokrasî û azadiyê.