Li Meclîsa Tirk kulm daxivin, wekîlê HDP’î birîndar bû
Dema hevdîtinên li Komîsyona Destûra Bingehîn a Meclîsa Tirk de aloziya bi provakasyona AKP’iyan veguherî şer. Lêva parlamenterê HDP’ê Erdal Ataş teqiya, ji pozê wî xwîn hat, di wê demê de hin wekîlên jin ên HDP’ê jî hatin derbkirin.
ANF
ENQERE
pêncşem, 28 avrêlê 2016, 17:03
Dema hevdîtinên “rakirina destlênedanan” a li Komîsyona Destûra Bingehîn a Meclîsa Tirk de Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê û endamê komîsyonê Mîthat Sancar mafê axaftinê wergirt, diyar kir ku pêşniyara hatiye kirin li derveyî destûra bingehîn e û divê destpêkê komîsyon vê nîqaş bike, beriya muzakereya pêşniyaran îadeya wê pêwîst e.
Sancar wiha axivî: “Wek hinceta destlênedana dibêjin, ‘di raya giştî de înfîal çêbûye’, lê dema 17-25’ê Kanûnê înfîal nîn bû? Raya giştî ma rehet bû? Yê ji me nerehet in ne gel e, hikûmet û medyaya alîgir e.”
PIŞTÎ NAVBERÊ ŞER
Piştî nîqaşên 5 saetan, navberek du saetan hate dayin. Piştre dîsa hevdîtinan destpê kir.
Lê, ji ber cih ji wekîlên HDP’î re nehate cudakirin, nîqaşên navbera AKP’î û HDP’iyan de geş bû. Di vê demê de di navbera Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag û Wekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Balûken de hin axaftin derbas bûn. Balûken ji Bozdag ê got “Em we dawetî nezaketê dikin” re ev bersiv da: “Cihekî ku em lê rûnin nîne, hûn behsa nezaketa çi dikin?”
Li ser gotinên Bozdag ên “Hûn ji sibehê ve vir de wê de daxivin” jî wekîlên AKP’î bi ser wekîlên HDP’î de meşiyan û wekîlên HDP’î daf dan. AKP’iyên milê Parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca dikişandin, parlamentera din a HDP’î Ayşe Acar Başaran jî daf dan.
Di vê demê de ji wekîlekî AKP’ê ev gotin hate bihîstin: “Çi karê jinan li vê odeyê heye. Şer heye ka bila jin derkevin.” Di aloziyê de wekîlên AKP’yî wiha qîr kirin: “Terorîstan Meclîs dagir kirine.”
Alozî veguherî şer. Di êrîşa wekîlên AKP’î de lêva parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Erdal Ataş teqiya, pozê wî xwîn bû.
Piştî şer wekîlên CHP’î jî xwestin heta Duşemê navberê bidin hevdîtinan. Lê, Serokê Komîsyonê hevdîtin taloqî saet 18.00’an kir.