Li Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewrûpayê koma AKP’ê hate avakirin

AKP ya ku li welatên Ewrûpayê partî ava kiriye û dixwaze mudaxeleyî hilbijartinan bike, li Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewrûpayê komek ava kir.

Li Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewrûpayê hefteya bê, wê civînên lijneya giştî werin lidarxistin. Beriya van civînan ji parlementerên AKP’ê komeke bi navê “Demokratên Hur” hate avakirin. Di komê de 20 endam hene.

7 endam ji Tirkiyeyê, 5 ji Îtalyayê, 4 ji Azerbaycanê û ji Romanya, Sirbistan, Bosna-Hersek û San Marînoyê endamek hene.

Di Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewrûpayê de ji bo avakirina komeke siyasî divê bi kêmanî ji 6 welatan bi giştî 20 parlementer hevin. Parlementerê Îtalyayê Adele Gambaro bû serokê koma ku alîgiriya AKP’ê dike.

Ji ber ku ev kom îsal hatiye avakirin li gorî rêziknameya navxweyî wê heta sala 2019’an sûdê ji budçeya Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewrûpayê wernegire.