Li Meclîsa Fransayê rola Kurdan a li Sûriyeyê hate destnîşankirin

Yek ji lîderên çepgiriya Fransayê Jean-Luc Melenchon li Meclîsa Fransayê axivî û bal kişand ser girîngiya tevlîbûna Kurdan li konferansên der barê avabûna Sûriyeyê. Melenchon anî ziman, Tirkiye hêza herî mezin e ku li herêmê aramiyê têk dibe.

Lîderê Tevgera Fransa ya Serînatewîne (France Insoumise) û parlamenter Jean-Luc Melenchon li Komîsyona Karên Derve ya Meclîsa Neteweyî ya Fransayê axivî û bal kişand ser rola Kurdan a di paşeroja Sûriyeyê de.

Melenchon serdana Seroka Komîsyonê Marielle de Sarnez û hin parlamenteran a li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê silav kir û destnîşan kir ku serdan ji bo nîşandana peyama 'em bi we re ne' ya ji bo Kurdan girîng e.

'TIRKIYE KU HÊZA HILWEŞÎNER A LI HERÊMÊ YE XWESERIYA KURDAN NAXWAZE'

Jean-Luc Melenchon bal kişand ser girîngiya tevlîbûna Kurdan li konferansên der barê avakirina Sûriyeyê de û gef û metirsiya Tirkiyeyê ya li herêmê bi bîr xist. Melenchon metirsiya Tirkiyeyê ya li Efrînê û herêmên din ên Sûriyeyê yên dagirkirî bi bîr xist û got, "Em naxwazin Sûriye parçe bibe, lê belê em dixwazin Kurd bibin xwedî sîstemeke federatîf." Melenchon anî ziman, Tirkiye li dijî vê yekê derdikeve û got, "Ji bilî çeteyên DAÎŞ'ê hêza ku li herêmê aramiyê têk dibe Tirk in."

'TIRKIYE BI QEDEXEKIRINA PKK'Ê RE ME JI HEVALBENDÊ ME YÊ HERÎ MEZIN BÊPAR DIHÊLE'

Melenchon bi bîr xist, yek ji mijarên ku Tirkiye giraniyê lê dike ew e ku jêderxistina navê PKK'ê ji nava 'lîsteya rêxistinên terorê' ya Ewropayê ye û got, bi vê yekê re welatên mîna Fransayê ji hevalbendê xwe yê herî girîng, ji Kurdan bêpar dihêle.

'HÊZÊN KU HERÊMÊ DIPARÊZIN DIKARIN SÛCDARAN JÎ DARIZÎNIN'

Jean-Luc Melenchon di mijara darizandina çeteyên welatiyên Fransayê de yên li Sûriye û Iraqê hatine girtin diyar kir ku divê çete li Sûriyeya ku sûc kirine bên darizandin. Melenchon bal kişand ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û anî ziman, ew herêm ne di kontrola rejîma Sûriyeyê de ye. Melenchon got, "Hêzên herêmî ku xwedî kapasîteya têkbirina dijmin û parastina herêmê ne, bi alîkariya me dikarin dadgehên bi wê armancê ava bikin."