Li Marsîlyayê meşa ‘dest nede vîna min’

Li Marsilyayê hewldana tesfiyekirina HDP'ê hat şermezarkirin. Di çalakiyê de parlamentera HDP’ê Hezer axivî û got; “Em ê serê xwe netewînin”.

Li Marsilyayê hewldana tesfiyekirina HDP'ê hat şermezarkirin. Di çalakiyê de parlamentera HDP’ê Hezer axivî û got; “Em ê serê xwe netewînin”. 

Di meşa ku li qada Castellane ber bi avahiya Seferatxaneya Tirkan ve hat lidar xistin de, AKP û Qesr hatin protestokirin. Di meşê de bi hezaran kes amade bûn û dirûşmên  "Bijî Kürdistan", "Biji HDP" hatin berzkirin. 

‘EV GELA WÊ SERÊ XWE NETEWÎNÊ’

Li ber avahiya Seferatxaneya Tirk, parlamentera HDP’ê ya Wanê Tugba Hezer axivî û got; “ Gundên me şewitandin, em koçber kirin û niha jî bajarên me dişewitînin. Di nava kolanan de zarokên me dikujin. Em ji ti kesî natirsin û ev gel ti carî serî natewîne."

...