Li Marsîlyayê çalakiyên ji bo Şengalê dewam dikin
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger çalakiyên xwe yên ji bo xwedîderketina li Şengalê dewam dikin.
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger çalakiyên xwe yên ji bo xwedîderketina li Şengalê dewam dikin.
Ciwanên ji Tevgera Ciwanan a Şoreşger li qada Belle de Maî ya Marsîlyayê li hev kom bûn û lihevkirina Hewlêr-Bexdayê ya li ser Şengalê û veguhastina bi hezaran leşkerên Iraqî ber bi Şengalê ve şermezar kirin.
Ciwanên ku li ser banga lezgîn a Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê daketin qadan dirûşmên "Bijî berxwedana Şengalê" û "Şengalê biparêze" qîriyan.
Ciwanan diyar kirin ku ji bo têkbirina fermana nû ya li ser Şengalê wê her kêliyê li qadan bin.