Hîvzullah Mutlu piştî 31 salan serbest hat berdan

Hivzullah Mutlu piştî 31 salan ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Patnosê serbest hat berdan.

Hîvzullah Mutlu di sala 1994'an de li Elîhê hat girtin û ji aliyê Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) ve cezayê muebetê lê hat birîn. Hîzullah Mutlu 31 sal şûnde ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Patnosê hat berdan.

Piştî Mutlu ji girtîgehê derket bi hinceta “leşkerî nekiriye” wî birin Fermandariya Cendirmeyan a Patnosê. Mutlu piştî kar û barên wî qediya li vir hat berdan û ji aliyê xizmên xwe ve hat pêşwazîkirin.

Mutlu yê ku diviyabû di Nîsana 2024'an de bihata berdan ji ber ferzkirina "poşmanî” qebûl nekir ji aliyê Lijneya Îrade û Şopandinê ya Girtîgehê ve berdana wî du caran hat taloqkirin.