Li Marsîlyayê bîranîna şehîdan
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, Zekî Şengalî, Atakan Mahîr, Ronî Mûnzûr û Baran Mawa hatin bîranîn.
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, Zekî Şengalî, Atakan Mahîr, Ronî Mûnzûr û Baran Mawa hatin bîranîn.
Kurdistaniyên li bajarê Marsîlya yê Fransayê dimînin, Mam Zekî Şengalî yê li Şengalê ji ber bomberdûmana dewleta Tirk şehîd bû, Atakan Mahîr (Îbrahm Çoban) û Ronî Mûnzûr (Mahmût Laçîn) ên li Dersimê şehîd bûn û Baran Mawa (Alî Oncu) bi bîr anîn. Merasîma bîranînê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Marsîlyayê bi beşdariya sed kesî pêk hat.
Piştî sînevîzyona li ser jiyana Mam Zekî, Mahîr Atakan û Ronî Mûnzûr, siyasetmedarê Kurd Xebat Ocalan li bîranînê axivî û diyar kir ku armanca dewleta Tirk tasfiyekirina Kurdan e. Xebat Ocalan destnîşan kir ku yekane hêza li dijî vê tasfiyeyê li ber xwe de PKK ye û got, "Em her roj agahiyên şehadetê dibihîzin. Dewleta Tirk li çar parçeyên Kurdistanê êrîşî Kurdan dike. Mînaka herî mezin a vê yekê êrîşa li Şengalê ye ku Mam Zekî lê şehîd bû. Û şehîdketina Mahîr û Ronî li Dersimê ye. Lê belê Kurd di şexsê PKK'ê de li ber xwe didin û wê her li ber xwe bidin. Heta ku PKK hebe, wê planên wan ên ji bo tasfiyekirina Kurdan pêk neyên. PKK yekane rêya rizgariya hemû gelên bindest e."
Merasîma bîranînê piştî axaftinan bi qîrîna dirûşma "Şehîd namirin" qediya.