Li Marsîlyayê 25 sazî ji bo Sakîne, Fîdan û Leylayê meşiyan

Li Marsîlyayê 25 sazî ji bo Sakîne, Fîdan û Leylayê meşiyan

Li bajarê Marsîlyayê ku dikeve başûrê Fransayê 25 saziyan di meha yekemîn ya qetilkirina 3 jinên Kurd yên şoreşger yên li Parîsê meşiyan. Di meşê de nûnerên gelên cûda li dijî qedexeya li ser PKK’ê bersiva “Em hemû PKK’yî ne” dan.

3 jinên Kud yên şoreşger ku di 9’ê Çileya 2013’an li paytextê Fransa Parîsê di encama sûîqestê de jiyana xwe ji dest dan; Ji bo ji damezirênerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez li Marsîlyayê meşek mezin hate pêkanîn.

Bi sloganên “Em ji bo Sakîne, Rojbîn û Leylayê edaletê dixwazin. Ji cînayetên siyasî re na” meşa bêdeng ya li qada Canebiereyê destpêkir, heya berava Vieux Portê berdewam kir. Jinan pankartên “Heta qatîl bêne dîtin em dê li kolanan bin” hilgirtin, jinên dezgehên din jî bi flamayên xwe tevlî meşê bûn. Di meşê de piranî saziyên Berberî bûn, gelên Occîtan, Kataln, Tûnûs û yên welatên Afrîqayê jî tevlî meşê bûn û xwedî li 3 jinên Kurd yên hatine qetilkirin derketin. Ciwanên Kurd bi pankartên sê zimanî yên “Tolhildan” nivîsandî meşiyan, ciwanên Komînîst jî posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên KCK’ê hilgirtin. Partiya Komînîst ya Fransayê, Partiya Nû ya Antîkapîtalîst, endamên Partiya Çep û Anarşîstan jî cihê xwe di meşê de girtin. Navenda Çanda Elewiyan jî bi awayek girseyî beşdarî meşê bû.

BILA FRANSA NE BE HEVKARÊ SÛC

Dema ku xwe gihandin berava Vîeux Portê, ji bo sê jinên Kurd û şoreşgerên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn li gel “Ey Reqîbê” deqîqeyek ya rêzgirtinê hate girtin. Piştre Seroka Navenda Çanda Mezopotamya Nezahat Şahîn balkişande ser hevpeymanên aborî yên di navbera Tirkiye û Fransayê de û anî ziman ku, dewleta Fransa kujeran diparêze û dibe hevkarê sûc.

LI DIJÎ QEDEXEYA LI SER PKK’Ê PIŞTGIRIYA GELAN

Piştî Şahînê berdevaka Kolektîfa Jinan ya Marsîlyayê sê jinên Kurd bibîr anî. Berdevkê ragihand ku, ew dê tekoşîna Sakîne, Leyla û Rojbînê berdewam bikin. Nûnerê Ciwanên Komînîst jî destnîşan kir ku, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK tekoşîna rizgariya gelan didin û ew weke rêxistina ciwanan piştgiriyê didin PKK’ê û sê jinên Kurd yên şoreşger bibîr anî. Nûnerê Ciwana gotina xwe bi “Em hemû PKK’ne” bi dawî kir.

Phîlîpe Dîeudone jî li ser nave Lîga Mafê Mirovan axivî û diyarkir ku, ew gelek caran çûye Kurdistanê û ew bûye şahidê bê edaletiya li dijî gelê Kurd tê kirin.

PARTIYA KOMÎNÎST KAMPANYAYÊ DIDE DESTPÊ KIRIN

Li ser navê Partiya Komînîst Encûmanê Bajarê Marsîlyayê Joel Dutto Sakîne, Rojbîn û Leyla bi ala PKK’ê silav kir. Dutto destnîşan kir ku, “Hûn bi vê ala qedexe hatin bin ax kirin, ez jî we bi vê alê silav dikim.” Joel Dutto ragihand ku, jib o ev komkujî bê ronî kirin ew dê kampanya îmzeyan bidin destpêkirin û daxwaz kir demek ji demek zûtir PKK ji ‘lîsta terorê’ bê rakirin.

BERBERÎ: YÊN KURDAN QETIL DIKIN ME JÎ QETIL DIKIN

Axaftina ku li ser navê Partiya Nû ya Antîkapîtalîst jî komkujî bi zimanek hişk şermezar kir û da diyarkirin ku, PKK rêxistinekî ji bo mafê gelan tekoşînê dide û tevgerekî rewaye. Herî dawî serokê Komeleya Berberiyan Xaled Buyala jî axivî û anî ziman ku, “Yên Kurdan qetil dikin, me jî qetil dikin, yên Kurdan tînin beramberî xwe me jî tînin beramberî xwe.” Buyala bi zimanek hişk komkujiya Parîsê şermezar kir û gotinên xwe wiha bidawî kir; “Bijî Serok Apo”.

Piştî axaftinan meşvan bibîrxist ku, Fîdan Dogana hatiye qetilkirin jî gul berdaye heman beravê û gulên li gel xwe anîbûn berdan avê.