Li Marsîlya ji ciwanan çalakiya Kobanê

Li Marsîlya ji ciwanan çalakiya Kobanê

Li Ewropa çalakiyên xwedîderketina li berxwedana Kobanê dewam dikin. Li bajarê Marsîlya yê Fransa ciwanên Kurd bajaroka Septeme les Vallon heya navenda Marsîlya meşek li dar xistin.

Li Ewropa çalakiyên xwedîderketina li berxwedana Kobanê dewam dikin. Ciwanên Kurd li bajaroka Septeme les Vallon a nêzî Marsîlyayê meşekî 15 kîlometre heya navenda Marsîlya pêk anîn.

Meşa bi dirûşmaya, “Kobanê rûmeta gelan e, Kobanê wê nekeve” hat lidarxistin 200 kes tevlî bûn. Ciwanan tevahiya meşê belavok belavkirin.

Meşa rastî eleqeyeke zêde ya Fransiyan hat, bi coş û bi xwendina sirûdan pêk hat. Di meşê de li ser hev dirûşmayên “Kobanê ne bi tenê ye”, “Her cih Kobanê, her cih berxwedan”, “Komkujer DAIŞ, hevalbend Tirkiye”, “Gelên li ber xwe didin wê bi ser kevin” hatin gotin. Çalakvan, di saetên şevê de gihan navenda Marsîlyayê.

Ciwan dema ketin bajêr meşale pêxistin û meşa xwe berdewam kirin. Meşa ciwanan ji aliyê girseyek qerebalix ve hat pêşwazîkirin û heya Bendera Vîeux Port dewam kir. Meş piştî axaftin û govendê  bi dawî bû.