Li Marsîlya, Amsterdan û Fankfûrtê Şehîdên Cotmehê hatin bibîranîn

Li Marsîlya, Amsterdam û Frankfûrtê bi mebesta bîranîna Şehîdên Cotmehê bername hatin lidarxistin.

Li paytexta Hollanda Amsterdamê, di şexsê Hakki Serhat de ku 2’yê Cottmeha 2016’an jiyana xwe ji dest dabû, hemû şervanên azadiyê hatin bibîranîn.

Li bernameya bîranînê ku bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û Tevgera Jinê hatibû lidarxistin, yek ji nasê Hakki Serhat Bedran Serhat axivî.

Serhat wiha got: ‘’Şehîd Hakki her çendî endamek ji malbata min jî be, ew bêhtir endamekî egîd ê vî gelî ye. Hevalê Hakki 2001’ê tevlî nav refê gerîla bû, demek dirêj li qadên Agirî û Çemçê berpirsyar bû û li van qadan derbê giran li dijmin xist. Di heman demê de ji hêla gelê herêmê ve pir dihate hezkirin, hevalekî wiha bû ku gihaştibû asta fermandariyê. Di encama operasyoneke berfireh de 2’yê Cotmehê bi 7 hevalên xwe re, bi lehengî li ber xwe dan û şehîd bûn. Em ê şopgerê vê mîretaya berxwedana pîroz  bin ku şehîdan ji  me re hiştine.’’

Nûnera Tevgera Jinê bal kişandina ser xeta berxwedanê ya Bêrîtan û Zîlan û diyar kir, bi vê xetê li Rojava şoreş pêk hat.

Nûner axaftina xwe wiha qedand: ‘’Em niha bêhtir nêzîkî azadiyê ne. Hevrêyên ku serketina vîn û baweriyê afirandin, wê demên azad yên siberojê jî biafirînin.

Piştî axaftinan sînevîzyonek hate nîşandan, helaw li yên hazir hatin belavkirin û aşûre hate dayin.

FRANKFURT

Li Frankfûrt a Elmanya jî Şehîdên Cotmehê hatin bibîranîn.

Bîranîn ji hêla Yekîtiya Jinên Kurdistanê ya Elmanya (YJK-E) û Komeleya Malbatên Winda û Şehîdên Kurdistanê ve (KOMAW) li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Frankfûrtê pêk hat. Di destpêka bernameyê de Dayika Ezîza axivî û xwest ku têkoşîn were geşkirin.

Her wiha li ser navê KOMAW’ê Şîlhan Dêrsim axivî û got, ‘’Ji bo ku di şexsê Bêrîtan de em şehîdên Cotmehê bi bîr bînin li vir in. Xeta Bêrîtan ji bo me derbirîna azadiyê, sembola têkoşînê ye. Bêrtîyan artêşbûna jinê ye îro, di şexsê Arîn Mîrxan de berxwedana li dijî barbariya DAIŞ’ê ye. Têkoşîna ku şehîdan ji me re hiştî li her qadê divê em berz bikin.’’

Li ser nvaê YJK-E û KJAR’ê jî axaftin hatin kirin.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya ya Fransayê jî  li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn. Di bîranînê de li ser navê Meclîsa Arîn Mîrxan axaftin hatin kirin û sînevîzyoneke hate nîşandan.

Nameyên kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayin û yên malbatan hatin xwendin. Bîranîn bi dirûşmên, ‘’şehîd namirin’’ bi dawî bû.

...