Li Marsê ava vexwarinê

Li Marsê ava vexwarinê

Zanyaran aşkera kir ku, li ser Marsê demekê ava ku li ser rûyê wê di herikî ew qas paqijbû ku, dikare bê vexwarin.

Zanyarên NASA’yê li ser kevirên ku di çalek berê ya avê de lêkolîn kirin û di hûrkolînan de hate tespîtkirin ku, ava li ser gerekstêrkê ew qas paqijbûye ku mirovan dikarî vexwe.

Di hûrkolînan de hate diyarkirin ku, tebeqeya avê ya ku li ser rûyê Marsê çêbûye, weke ya li ser cîhanê tebeqeyek çêkiriye. Ev şibandin di de diyarkirin ku, ava li ser Marsê heyî paqije. Piştî ku zanyaran îspatkir ku, di demên borî de ava paqij hebûye, êdî bideng dibêjin li ser Marsê herî kêm jiyanekî mîkrobiyolojîk hebûye.

Di lêkolînên ji dervey kîlên di çalên avê yên li ser Marsê de, di mînakên hemû keviran de rastî sulfur, nîtrojen, hîdrojen, oksîjen, fosfor û karbonê hatine. Ev element ji bo ji dervey cîhanê jiyanek din çêbibe di nava elementên bingehîn de cih digire.