Li Marsê ava şirîn hat dîtin

Li Marsê ava şirîn hat dîtin

Maşîna fezayî Curiosity ku Ajansa Fezayî ya Neteweyî ya Amerîkayê (NASA) ew şand Marsê, delîlên destpêkê dît ku demekê li Gerstêrka Sor gola avê hebûye. Kovara Science di gotareke xwe de der barê mijarê de agahî da.

Mînakên ji axê yên ji aliyê maşîna fezayî ve ji bo lêkolînê hatin komkirin nîşan didin, ku li gola mijara gotinê dibe ku 3 mîlyar û 600 mîlyon sal berê mîkroorganîzma jiyabin.

Di gotarê de hat ragihandin ku karbon, hîdrojen, oksîjen, azot û sulfur  ên ji mînakan hatine tespîtkirin, vê agahiyê pişrast dikin.

Ji ber ku mînakên axa qûmî ya maşîna fezayî lêkolînkiriye dişibin axa binê çeman, tê texmînkirin ku li Marsê demekê çem herikiye.

Li rapora mirovên aqilmende,delîlê  herî dawiyê ye ku berê  li ser ruyê gerekstêrka av heye, “Hê jî delîlê herî rast  ya ku di be ku li ser Marsê  jiyan hebe” dide nîşan kirin.