Li Marmarayê ji bo pîrozbahiyên 15’ê Tebaxê bang
Li Marmarayê ji bo pîrozbahiyên 15’ê Tebaxê bang
Li Marmarayê ji bo pîrozbahiyên 15’ê Tebaxê bang
Înstiyatîfa Gel a Marmarayê balkişand ser pîrozbahiyên 15’ê yê li bajarên Marmara û Stenbolê û bang kir ku divê bi ruhê seferberiyê li dijî êrîşên li hemberî Rojava derkevin qadan.
Însiyatîfa Gel a Marmarayê di çarçoveya cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê de ji bo pîrozbahiyên li Stenbolê pêk tên bang kir û da zanîn ku di dîroka her gelî de rojên gelek girîng hene û 15’ê Tebaxê jî ji bo gelê kurd gelek girînge û wiha got: “Gelê kurd di sed sala dawî de rastî pêkanînên dijwar hatine û gelek caran rastî qirkirinê hatine. di 15’ê Tebaxê de gelê kurd bi guleya yekemîn vejiyaye. Di faşîzma 12’ê îlonê de ji bo gelê kurd û hêzên şoreşger yên Tirkiyeyê tu hêvî nemabû. Lê bi pêşengiya heval Egît gule li fazîmê hat barîn û gelê kurd li welatê xwe ji nûve vejiya. Îro Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê kurd li Rojhilata Navîn bûye aktora siyasî ya herî girînge. Ev bi saya heval Egît û şehîdan pêk hatiye.
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Bi hamleya ku di Newrozê de Rêber Apo daye destpêkirin de li her çar parçeyê Kurdistanê, pêvajoyek dîrokî tê jiyîn. Azadiya her çar parçeyên Kurdistanê girêdayê heve. Divê em ji bo Rojava bi ruhê seferberiyê dakevin qadan.