Li Mannheîmê meşa faşîstan hat astengkirin
Kurdistanî û dostên wan li bajarê Mannheîm a Elmanyayê meşa faşîstên Tirk asteng kir.
Kurdistanî û dostên wan li bajarê Mannheîm a Elmanyayê meşa faşîstên Tirk asteng kir.
Faşîstên Tirk ên ku nekarîn li beramberî Kurdistanî û dostên wan yên li beramberî faşîzmê serî netewandî bimeşin, neçar man ku meşa xwe biqedînin.
Kurdistanî û dostên wan saet di 13:00’an li Mannheîm Schlossê kom bûn, meşa faşîstên Tirk asteng kirin a ku faşîstan dixwestin saet di 14:00’an de bimeşin.
Di çalakiyê de Platforma Êdî Bes e-Mannheîm û nûnerên saziyên dostên Kurdan axivîn. Di axaftinan de binçavkirina Salih Muslim a li Pragê hate şermezarkirin û Berxwedana Serdemê ya li Efrînê jî hate silavkirin.
Zêdetirî hezar kes beşdarî çalakiyê bûn û bênavber dirûşmeyên ‘Bijî Efrîn’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Azadî ji bo Salih Muslim’ berz kirin.