Li Mannheîmê ji bo azadiya Ocalan mîtîng
Li Mannheîm a Elmanya Kurdistanî hatin cem hev û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.
Li Mannheîm a Elmanya Kurdistanî hatin cem hev û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.
Li Elmanya Mannehemîmê Kurdistanî bi banga Meclîsa Jinan a Ronahî Bêrîvan li beer HBF’ê hatin cem hev û li gel dostên xwe tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û ji bo azadiya Ocalan mîtîngek çêkirin.
Di mîtîngê de, ku saet 18.00’an hate çêkirin gelek caran hate gotin, ‘Bijî serok Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘Bijî Berxwedan Efrînê’.
Di mîtîngê de danezan hate xwendin û nûnerên Meclîsa Jinan a Ronahî Bêrîvan axaftin kirin.
Mîtîng heta 19.20’an dom kir û piştre bi dirûşmeyan qediya.