Li Mannheîmê bîranîna Hefteya Lehengiyê
Li bajarê Elmanya Mannheîmê, şoreşgerên di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane, hatin bîranîn.
Li bajarê Elmanya Mannheîmê, şoreşgerên di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane, hatin bîranîn.
Merasîma bîranînê bi wesîleya 21-28'ê Adarê Hefteya Lehengiyê ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hat lidarxistin. Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê destpê kir.
Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Lokman Aslan axivî û bal kişand ser mîrateya şehîdan ji civaka Kurd re hiştine. Aslan diyar kir, civaka Kurd bi saya şehîdan îro bûye xwedî destketiyên mezin û got, "Di serî de Egîd, Mazlûm, Rahşan, Zekiye, Ronahî û Bêrîvan, bi saya bi hezaran hevalan em îro gihaştine vê astê."
Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Ramazan Ozuak peyivî û şehîdên meha Adarê bibîr anî. Ozuak ji jiyan û sekna pêşeng a Mahsûm Korkmaz (Egîd) mînak nîşan da û girîngiya Hefteya Lehengiyê ji bo Kurdan vegot.
Merasîma bîranînê ku bi qasî 100 kes beşdar bûn bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd Namirin" bi dawî bû.