Li Manîsayê îdîaya 2 leşkeran 'întîhar kir'

Li Manîsayê îdîaya 2 leşkeran 'întîhar kir'

Li navçeya Turgutlu ya Manîsayê hat îdîakirin ku, leşkerê bi navê Selîm Kara yê 21 salî û leşkere bi navê A.K., întîhar kirin.

Li navçeya Tûrgûtlû ya Manîsayê leşkerê bi navê Selîm Kara yê 21 salî ku li Fermandariya Cendirmeyan ya Navçeya Tûrgûtlû leşkerî dikir, li qulîba nobetê birîndar hat dîtin. Kara ku hat îdîakirin întîhar kiriye, destpêkê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tûrgûtlûyê û ji vir jî sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Merkez Efendî ya Manîsayê kirin. Selîm Kara li nexweşxaneya Dewletê ya Manîsayê jiyana xwe ji dest da. Dê cenazeyê Kara bişînin navçeya Pazarcixê ya Gurgumê.

Duh jî li Fermandariya Cendirmeyan ya Navçeya Sarigolê ya Manîsayê leşkerê bi navê A.K yê 21 salî dema li nobetê birîndar hatibû dîtin. A.K ku bi giranî birîndar bû niha li Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Egeyê tê dermankirin.