Li Manîsa û Zeytînburnu komkujiya li Geverê hat protestokirin
Li Manîsa û Zeytînburnu komkujiya li Geverê hat protestokirin
Li Manîsa û Zeytînburnu komkujiya li Geverê hat protestokirin
Li Manîsa û Zeytînburnu ya Stenbolê komkujiya Geverê hat protestokirin.
Rêxistinên BDP û KCD’ê qetikirina Reşît Îşbîlîr, Veysel Îşbîlîr û Bemal Tokçu protesto kirin û hat gotin ku bila kes ji wan li dijî vê komkujiyê bêndengiyê nepê.
Di girseyê ji taxa Fevzî Çakmak (Horozkoy) heta goristana berê meş pêk anîn. Xwendekarên Zanîngeha Celal Bayar, meclisa ciwanan a Manisayê ya BDP’ê jî tevli bûn û di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Aydin Erdem hat hildan. Di meşê de bê navber dirûşme hatin berzkirin.
Xwendekarê Zanîngeh Celal Bayar, Mazlum Aka axivî û got: “Dewlet û çapemeniya alîgir her tim komkujiya polîsan vedişêre. Komkujiyên polîsan her tim didomin. Divê dewlet vê baş bizane; ger xetên sor yên dewletê hebin yê me jî hene û xetên me jî şehîdên me ne.”
Serokê BDP’a Manîsayê Kerem Taylan jî axivî û balkişand ser bedelên ku gelê kurd dane û got: “Tu hêzên ku êrîşên zarokên vî gelî dikin, bila ji me bêdengiyê nepên. Şehîd û ciwanên me xeta me ya sorin. Bila kes sebra me nepîve.” Piştî daxuyaniyê Aydin Erdem hat bibîranîn.
Li navçeya Zeytînburnu ya Stenbolê jî BDP’ê û HDP’ê gotin; emê bêdeng nemînin.
BDP’ê û HDP’ê qetilkirina sê kurdan a li Geverê bi meşekê protesto kir. Girse ji taxa Seyitnizam hatin cem hev û heta Bulvara 58’emîn meşiyan. Di meşê de bê navber dirûşme hatin berzkirin.
Serokê BDP’a Zeytînburnu Îsmet Çetîn Kaya, komkujiya Geverê lanet kir.