Li Lozan û Tîrolê ji bo Ocalan çalakî

Li Lozan a Swîsre û bajarê Tîrol ê Avûstûryayê, ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek hate lidarxistin.

LOZAN

Li bajarê Lozan ê Swîsreyê çalakiyên ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatin lidarxistin dewam dikin.

Li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Lozanê (NCKD) li pêşiya Dêra St. Laûrent Kurdistaniyên li hev kom bûn, dowîzên ku daxwaza azadiya Ocalan dikin bilind kirin.

Çalakvanên ku tîşortên “Ji Ocalan re azadî” li xwe kiribûn, belavok belavkirin.

TÎROL

Kurdên li eyaleta Tîrol ê Avûstûryayê dijîn di pêşengtiya Komîna Jinê ya Amara de çalakiyek lidar xistin. Di çalakiyê de hucreyek ji maketê ku têde posterê Ocalan hebû hate danîn.

Çalakiya têde dowîzên daxwaza azadiya Ocalan dike Avûstûryayiyan eleqeyek mezin nîşan dan.