Li Lozan û Montpellîerê çalakî ji bo Ocalan hatin kirin

Ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Lozan ê Swîsreyê û li bajarê Montpellîer ê Fransayê Kurdistanî daketin qadan.

Ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Lozan ê Swîsreyê û li bajarê Montpellîer ê Fransayê Kurdistanî daketin qadan.

LOZAN

Li bajarê Lozan ê Swîsreyê, Kurdistanî ji bo balê bikişînin ser ewlekarî û tenduristiya Ocalan bi meşaleyan çalakiya rûniştinê kirin.

Bi dehan Kurdistaniyên li ber Dêra St. Laûrent a li Lozanê li hev civiyan, meşaleyên xwe pê xistin û tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin.

Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Azadî ji Ocalan re" û posterên Ocalan hatin hildan. Her wiha di şexsê Seyîd Riza de hemû mirovên di komkujiya Dersimê de hatin kuştin, hatin bîranîn.

Çalakgeran diyar kirin ku heta heyetek biçe dîtina Ocalan wê çalakiyên xwe bê navber bidomînin.

MONTPELLÎER

Li bajarê Montpellîer ê Fransayê, ji bo ewlekarî û tenduristiya Ocalan standa agahdarkirinê hate danîn. Çalakî bi pêşengiya komuna jinan hate kirin û belavok hatin belavkirin.

Çalakgeran xwestin, tecrîda li ser Ocalan tavilê were rakirin.