Li Londrayê êrîşên dewleta Tirk hate şermezarkirin
Êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a li ser Rojava û Şengalê li gelek bajarên Îngilîstanê tên protestokirin. Bi çalakiyên li paytext Londra, Hûll û Nattînghanê hatin lidarxistin êrîş hatin şermezarkirin.
Êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a li ser Rojava û Şengalê li gelek bajarên Îngilîstanê tên protestokirin. Bi çalakiyên li paytext Londra, Hûll û Nattînghanê hatin lidarxistin êrîş hatin şermezarkirin.
Di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a 25’ê Nîsanê ya li ser Navenda YPG’ê ya Çiyayê Qereçox a li nêzî bajarê Dêrik ê Rojava û Şengalê de, 20 şervana, 5 pêşmerge û sivîlekê jiyana xwe ji dest dabû.
Çalakiyên protesoyê li gelek bajaran dewam dike, li bajarên Londra, Hûll û Nattîngham ên Înglîstanê çalakiyên protestoyê hatin lidarxistin.
Kurdistan û dostên wan ên li pêşiya Sefaretxaneya Tirk a li Londrayê kom bûn, êrîşên li ser Şengal û Rojava hatin protestokirin. Koma ku di saetên danê nîvroyê de li pêşiya Sefaretxaneyê kom bûn, êrîşên dewleta Tirk bi zimanekî tund protestokirin. Di çalakiya endamên partiya Tevgera Goran û YNK’ê jî beşdarbûn de, endamên Platforma Ji bo Demokrasiyê NA jî piştgirî kirin.