Li Londra û Romayê dewleta Tirk hate protestokirin
Çalakiyên protestokirina êrîşên dewleta Tirk a faşîst li welatên Ewropa dewam dikin.
Çalakiyên protestokirina êrîşên dewleta Tirk a faşîst li welatên Ewropa dewam dikin.
Li paytext Londra ya Îngilîstanê û paytext Roma ya Îtalyayê çalakiyên protestoyê hebûn. Di çalakiyan de dirûşma “Qatil Erdogan” hate qîrkirin.
LONDRA
Li paytext Londra ya Îngilîstanê, li pêşiya Sefaretxaneya DYA’yê dewleta Tirk hate protestokirin. Ji DYA’yê hate xwestin ku ji ber êrîşan dewleta Tirk şermezar bike û piştgiriya xwe ya ji bo dewleta Tirk qût bikin. Çalakgerê ku xwestin herêma Rojava “ Ji bo firîna balafirna” qedexe bikin, dirûşmên “Dewleta Tirk ji Kurdisanê derkeve”, “Qatil Erdogan” û “Em hemû YPG/YPJ ne” qîr kirin.
ROMA
Li paytext Roma ya Îtalyayê jî, ji bo Rojava û Şengalê Kurdan û dostên wan di nava çalakiyan de bûn.
Di çalakiyê de li ser navê Komeleya Çanda Kurd a Ararat daxuyanî hate dayîn û hate diyarkirin ku ji ber ku dewleta Tirk ji ber ku hezim nake gelê Kurd, Êzidî û Suryanî xwe bi xwe xwe rêvebibin, êrîşî herêmê dikin.
Çalakiya ku dewleta Tirk hate şermezarkirin, belavok hatin belavkiri.