Li Londra û Lyonê dewleta Tirk hat protestokirin
Li paytexta Îngîltere Londra û bajarê Lyon ê Fransayê, Kurdistaniyan ji bo balkişandina ser qirkirinên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê çalakî li dar xistin.

LI PIRA WESTMÎNSTER A LONDRAYÊ ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ
Li Londrayê êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê hatin protestokirin. Danê êvarî komek li pêşiya avahiya Serokwezîrtiyê hatin cem hev, ber bi avahiya parlamentoyê ve ketin meşê, li pira Westmînster çalakiya rûniştinê li dar xistin.
Di çalakiyê de pankart û dowîz hatin rakirin, dirûşm hatin berzkirin.
PIRA WESTMÎNSTER LI TRAFÎQÊ HAT GIRTIN
Çalakiya ji saetekê zêdetir li pêşiya avahiya Serokwezîrtiyê dom kir, piştre bi meşek ber bi avahiya parlamentoyê ve dom kir. Girse dema gihişt pira Westmînster a li beranberî avahiya parlamentoyê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Girseyê her du aliyê pirê jî li trafîqê girt û daxuyanî da.
LYON
Li bajarê Lyon ê Fransayê jî qirkirinên dewleta Tirk hatin protestokirin. Girseya li Placa Jean Mace hatin cem hev, ji cadeyên qelebalix ên Lyonê derbas bûn, heta Place Bellcoûr meşiya.
Di meşê de bi armanca agahdarkirina raya giştî ya Fransî belavok hatin belavkirin. Piştî meşê mîtîng hat lidarxistin.