Li Londra û Brukselê çalakiyên ji bo Efrînê
Jinên Kurd li avahiya Partiya Mûhafazakar a li Londrayê çalakiya bêîtaetiya sîvîl li dar xistin û hikumet protesto kirin. Kurdistanî û dostên wan li Brukselê jî êrîşên li ser Efrînê protesto kirin.
Jinên Kurd li avahiya Partiya Mûhafazakar a li Londrayê çalakiya bêîtaetiya sîvîl li dar xistin û hikumet protesto kirin. Kurdistanî û dostên wan li Brukselê jî êrîşên li ser Efrînê protesto kirin.
Li Londrayê ya ku paytexta Îngîltereyê ye, li avahiya Partiya Mûhafazakar a li Londrayê çalakiya bêîtaetiya sîvîl li dar xistin.
Ji ber ku Keyîtiya Yekbûyî piştgiriyê dide artêşa Tirk a dagirker jinan li navenda partiyê çalakî li dar xistin. Jinan alayên YPG, YPJ û wêneyên zarokên ku hatine qetilkirin, di çalakiyê de berz kirin. Ji ber çalakiyê polîsan girte ser avahiyê.
Jinan diyar kirin, heta ku ew dosyeyekê pêşkêşî parlementoyê nekin û bi rayedarên hikumetê re necivin, ew ê çalakiyên xwe bi dawî nekin.
Çalakiya jinan didome.
BRUKSEL
Li Brukselê ya ku paytexta Belçîkayê ye, ji bo Efrînê çalakî hate lidarxistin. Çalakî li Place de la Monnaî hate lidarxistin û bêdengiya Yekîtiya Ewrûpayê hate protestokirin.