Li Londonê komploya 9’ê cotmehê hat şermezarkirin

Li Londonê komploya 9’ê cotmehê hat şermezarkirin

Bi wesîleya salvegera komploya navnetewî ya di 9’ê cotmehê de li hemberî Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan  dest pê kir û ji Sûriyeyê derket, li Londonê hat şermezar kirin.

 Çalakiya ji aliyê Meclisa gel a Kurd ya Brîtanyayê pêk hat roja yekşemê di saetên nîvro de li ber Centre cîvîc ya Harîngey a Wood Green dest pê kir.

Bê navber dirûşmeyên şermezarkirina komployê bi kurdî, îngîlîzî û tirkî hatin berzkirin.

Piştî çalakiya runiştinê ya li nêzî navenda civaka kurd pêk hat, şûnde li ser navê Meclisa gel a Brîtanyayê Ercan Akbal axaftinek kurt kir.

 Ercan Akbal komploya navnetewî ya li hemberî Ocalan pêk hatiye şermezar kir û got gelê kurd bi têkoşîna xwe ya mezin komplo vala derxist.

Akbal wiha got: “Bersiva herî baş ku komplo vala derxistiye şoreşa Rojava ye.  Gelê kurd li her derê cîhanê li ser piyan bû komplo vala derxist. Ev bi valaderxistin bi şoreşa Rojava pêk hat. Lê zîhniyeta komploger hêj didome û dewleta tirk hêj li pey tasfiyekirina kurdane. Ocalan di Newroza îsal de pêvajoyek nû da destpêkirin. Rêber Apo dixwaze bi rêbazên demokratîk pirsgirêkê çaeser bike. Lê dewleta tirk hêj bi taktîk û rêbazên xwe yên berê, hewl dide çareser bike. Pakêta ku aşkera kiriye jî valaye. Têkoşîna gelê kurd dê bidome û zêdetir bilind bibe.”

Çalakî bi dirûşme û çepikan dawî bû.