Li Londonê kampanyaya bo azadiya Ocalan didome
Li Londonê kampanyaya bo azadiya Ocalan didome
Li Londonê kampanyaya bo azadiya Ocalan didome
Li London a Îngîlîstanê ciwanên endamên Komeleya Ozgur Ronî ji bo kampanyaya îmzeyan a bo Azadiya Ocalan îmze kom kirin.
Ciwanên kurd yên li Îngîlîstanê dijîn bi awayekî aktîf tevli kampanyaya îmzeyan a bo azadiya Ocalan dibin. Kampanyaya îmzeyan ya ku eleqeyeke mezin dibîne vê car êli taxa Brîck Lane hat meşandin. Ciwanan li vê taxê ji bo azadiya Ocalan îmze kom kir û di nava çend saetan de bi sedan îmze hat komkirin.
Rojnamger, edîtor, wênekêş, wênesaz, karîkatorîst, muzîkjen û gelek xwendekaran îmze avêtin.
Ciwanan diyar kir ku gelek kesên ku îmze avêtine di mijara pirsgirêka kurd de bi hestyar tevdigerin û piştigiriyê didin wan. Her wiha ciwanan belavok belav kirin û agahî dan. Ligel vê diyar kirin ku kampanya li ser Înternetê jî tê meşandin.
Xwendekar Elvîn Sarican got ew ji bo azadiya Ocalan îmzeyan berhev dikin. Îlkcan Yeşîlkaya jî xwestin der barê rewaşa Ocalan de agahiyan bigirin.