Qetilkirina sê siyasetmedarên Kurd yên jin yên li Parîsê li paytextê Îngilîstan Londonê û paytextê Îspanya Madrîdê bi xwepêşandana hatin protesto kirin.
Li paytextê Îngilîstanê Londonê Saziyên Kurd û Tirk yên bi banga Meclisa Gel ya Brîtanyayê kombûn û qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Saylemez yên li Parîsê hatin protesto kirin.
Li Londonê nêzî 500 kes di demjimêr 13.00’an de hatin gel hev û komkujî şermezar kirin. Di çalakiya ku daxuyaniyên Kurdî, Tirkî û Îngilîzî hatin de, belavok hatin belavkirin. Di belavokê de hate gotin ku, pêwîste di demek kurt de qatil werin dîtin. Di çalakiya ku posterên sê jinên Kurd hatin hilgirtin, alên KCK’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin.
Protesto di bin pankarta “Tolhildan-Tolhildan” û “Sê siyasetmedarên Kurd hatin Kuştin” hate kirin.
Protestovanên ku ji ber Balyozxaneya Tirkiyeyê heya Balyozxaneya Fransayê meşiyan, piştre rêya li ber Balyozxaneya Fransayê diçe li trafîkê girtin û çalakiya rûniştinê pêkanîn. Li vê derê sloganên “hevkar Fransa” hatin qîrîn.
Piştî ku di çalakiyê de daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn girse bi slogana dawî li çalakiya xwe anîn.
Li paytextê Spanya Madrîdê jî komek ya Kurdan piştî nîvro li Qada Puerta de Sol kombûn û komkujiya li Parîsê protesto kirin. Protestovanên ku bê navber sloganên “Şehîd namirin” avêtin Spaniyên derdorê jî piştgirî danê.
Mitînga ku du demjimêran dom kir bi sloganên “Ji Ocalan re Azadî” û “Şehîdên me rûmeta me ne” bidawî bû.
Protesto ya ku li bajarê Ulm yê Almanyayê jî şeva din demjimêr 18.00’an pêkhat. Çalakiya ku deqîqeyekê li ser giyanê sê jinên Kurd yên hatine qetilkirin û şehîdên şoreşa Kurdistanê destpêkir, nêzî 300 Kurd tevlîbûn. Çalakiya ku nîv demijêrê dom kir, bê navber sloganên “Şehîd namirin”, “ Ji komkujiyên li Kurdistanê re êdî bese” û “Bijî Serok Apo” hatin qîrîn.