Li London, Goteborg, Gavle û Viyanayê çalakî hatin kirin

Li London, Goteborg, Gavle û Viyanayê di çalakiyan de êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin.

Li paytexta Îngilistan Londonê Kurd, sosyalîst, enternasyonalîst li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her li qadane. Bi heman armancê doh bi şev jî bi sedan kes li hev kom bûn û dewleta Tirk şermezar kirin.

Di dema kombûnê de qisekeran der barê têkoşîna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a li dijî çeteyên barbar ên DAÎŞ'ê agahî bi raya giştî re parve kirin û destûra DYE'yê ya ji bo dagirkeriya dewleta Tirk bi tundî rexne kirin.

Çalakger piştre ber bi avahiya BBC ve meşiyan. Di dema meşê de pankarta bi nivîsa "Li dijî dagirkeriya Tirk tu jî rabe ser piyan" hate hildan.

Li Londonê çalakî her roj tên kirin û Komîteya Çalakiyan ji bo çalakiya mezin a Yekşemê ya li ber avahiya BBC banga tevlîbûnê kir.

GOTEBORG

Li bajarê Goteborg ê Swêdê Kurdistanî tevî dostên xwe cara sêyemîn daketin qadan û dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin.

Nûnerê Komîteya Rojava li qada çalakiyê axivî û anî ziman ku dewleta Tirk dixwaze sîstema demokratîk a li Rojava ji holê rake, lewma dest bi şer kiriye. Nûner her wiha bang li alîgirên mafên mirovan kir ku ji bo parastina Rojava bikevin nava liv û tevgerê.

Di çalakiyê de dirûşmên ku dagirkeriya Tirk şermezar dikin û piştevaniya şoreşa Rojava dikin hatin qîrîn.

GAVLE

Li bajarê Gavle yê Swêdê li meydana Sodermalmê xwepêşandanek hate kirin.

Li qada çalakiyê daxuyaniyek hate dayin û bang li hikumeta Swêdê hate kirin ku bes çekan bifiroşe Tirkiyeyê.

Di çalakiyê de alên PYD, YPG û YPJ'ê hatin hildan û ji bo şoreşa Rojava dirûşm hatin qîrîn.

VIYANA

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê jî Kurdistanî tevî dostên xwe daketin qadan.

Girseya gel a ku li Karlsplatz Opera li hev kom bû beriya bimeşe mîtîngek pêk anî. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl ên Awûstûryayê li qada mîtîngê axivîn.

Piştre bi alên YPG, YPJ û PYD'ê her wiha bi dirûşmên ku dagirkeriya dewleta Tirk şermezar dikin dest bi meşê kirin.