Li Lohneyê kongreya avakirina ji nû ve ya NCDK’ê
Li bajarê Lohne yê Elmanyayê kongreya avakirina ji nû ve ya Navenda Civakî ya Demokratîk a Kurdan hate lidarxistin.

60 delege tevlî kongreya meclîsê bûn û piştî rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê, dîwan hate hilbijartin.
‘DIVÊ KURDÊN LI EWROPAYÊ DAKEVIN QADAN’
Hevserokê NAV-DEM’ê Tahîr Koçer di kongreyê de axivî û got ku “Têkoşerên li ser xeta berxwedana di 12’ê Îlonê de ya li dijî faşîzmê îro bi berxwedana Leyla Guven û kesên din didome vê berxwedanê didomînin. Leyla Guven û çalakgerên din ên greva birçîbûnê, tendirustiya wan ketiye rewşeke krîtîk. Em Kurdên li Ewropayê, divê em têkoşînê geştir bikin û em dakevin qadan. A niha derfet heye ku em van destkeftiyan bikin şoreş. Bi meclîsên gel re, em ê azadiya xwe pêk bînin.”
Di hilbijartinê de bi 21 kesan meclîs hate avakirin û 5 komîsyon hatin sazkirin. Meclîs wê piştre berdevkên komîsyonê diyar bike û rêveberiya meclîsê wê were avakirin.