Li Lînzê civîna piştevaniya HDP'ê
Xebatên hilbijartinê yên HDP’ê li Ewropayê bê navber didomin. Li bajarê Awûstûrya Lînzê civîna piştevaniya bi HDP’ê re pêk hat. Namzetê HDP’ê yê Konyayê Prof. Dr Battal Odabaşi jî beşdarî civînê bû.
Xebatên hilbijartinê yên HDP’ê li Ewropayê bê navber didomin. Li bajarê Awûstûrya Lînzê civîna piştevaniya bi HDP’ê re pêk hat. Namzetê HDP’ê yê Konyayê Prof. Dr Battal Odabaşi jî beşdarî civînê bû.
Xebatên hilbijartinê yên HDP’ê li Ewropayê bê navber didomin. Li bajarê Awûstûrya Lînzê civîna piştevaniya bi HDP’ê re pêk hat. Namzetê HDP’ê yê Konyayê Prof. Dr Battal Odabaşi jî beşdarî civînê bû.
Civîna ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Lînzê ve pêk hat, li salona Volkshaus hat lidarxistin. Ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin û axaftina vekirinê berdevkê Koordînasyoan Hilbijartinê ya Lînz a HDP’ê Levent Yalçin kir.
Yalçin got ku ew wek Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP’ê ya Lînzê, li Awûstûryayê bang li hemû kesî dikin ku aktîf beşdarî xebatên hilbijartinan bibin û got ku ji navendên karê zanînê yên li komeleyan hatine avakirin jî dikarin her cure agahiyê bigirin.
Yalçin destnîşan kir ku di navbera 8-31’ê Gulanê de her hefte ji hemû komeleyan ji bo bikaranîna dengan a li seferatxaneyên eyaletên cuda yên Viyana, Salzburg û Bregenzê wê otobus rabin û got: “Em bang li hemû kesî dikin ku divê teqez dengên xwe bikar bînin.”
Nûnerê KCD-E’ê Denîz Dêrsim got: “Ji bo ev siyaseta qirêj a AKP’ê vala derket holê, ji bo durûtiya MHP û CHP’ê bê teşhîrkirin, divê aliyên demokrat, şoreşger, kedkar di zemîna demokratîk de têbikoşin.”
Namzetê HDP’ê yê Konyayê Prof Dr. Battal Odabaşi jî got: “Em bi taybet ji hilbijêrên xwe yên li Ewropayê, hestiyariyê dipên.”
Odabaşi da xuyakirin ku divê Kurd û demokratên li Ewropayê dijîn di 7’ê Hezîranê de bandora xwe bidin hîskirin û wiha pêde çû: “Ger mirovên vir, dengên wan hebin û xwe bidin paş, bêjin çi girîngiya dengekî heye, emê wê demê winda bikin. Di 7’ê Hezîranê de dema sindoq vebin, em bi 100 , hezar dengî winda bikin, wê demê em ê bifikirin. Ji ber vê her dengek bi nirx e. Ji ber vê bendewariya me ji ji Ewropayê di navbera ji sedî 0.5 û 1’ê de ye.”
Odabaşi bal kişand ser girîngiya avabûna zemîna ku dikare deng bê bikaranîn û got ku di nava du mehan de ger xebat bi hişmendiyekê bê meşandin wê li tevayî Ewropayê encamek baş bê girtin. Odabaşi wiha berdewam kir: “Ez têkildarî provokasyona li Giyadîn a Agiriyê ya artêşa Tirk de banga hestiyariyê li gel dikim. Hewldanên provokasyonên bi vî rengî wê her tim hebin. Kurdên Anatolya Navîn ên li Ewropayê xwedî potansiyela dengên zêde ne. Ji bo em hilbijartinê qezenc bikin, hewcedariya me bi dengên her alî hene. “
Civîn bi pirs û bersivan berdewam kir.
Di vê navberê Komîsyona Hilbijartinê ya HDP’ê ya Lînzê, ji bo mîtînga ku di 25’ê Nîsanê de li Viyanayê ku hevseroka HDP’ê Fîgen Ustundag beşdar dibe, ji bo konsera di 26’ê Nîsanê de li Lînzê li Neues Rathaus pêk tê, ji bo bernameya piştevaniya bi HDP’ê re ya di 2’ê Gulanê de li Graz ji aliyê Platfoma Kurdên Anatolya Navîn pêk tê jî bang hat kirin.