Li Libyayê pêvajoya hilbijartinê biharê destpê dike

Ji 2011'an û vir ve ku piştî Muammer Qedafî bi kuştinê ji desthilatdarê hate xwarê, hate gotin li Libyayê pêvajoya hilbijartinê wê biharê dest pê bike.

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Libyayê Hassan Salame diyar kir heftiyên pêşî yên sala 2019'an li Libyayê wê konferansa netewî pêk were.

Salame got piştî vê konferansê biharê wê pêvajoya hilbijartinê dest pê bike û diyar kir hilbijartinên nû wê dawî 'li pêvajoya kaotîk' a li welêt bîne.

Li Libyayê ku ji 2011'an ve şerê navxwe lê heye, Gulana bihurî aliyên şer li Parîsê hatibûn cem hev û li hev kiribûn ku Kanûnê haziriya hilbijartinan bikin.

Lê Îlonê ji ber ku di serî de DYA û Rûsyayê gelek welatên endamê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ev teqwîm red kiribûn, plan jî li ber avê çûbû.

Ji bo şerê navxwe yê Libyayê bi temamî bidawî bibe 12-13'ê Mijdarê li girava Sicilyayê ya Italya, li paytext Palermo wê konferanseke navnetewî were çêkirin.