Li Libyayê herî kêm 31 mirî û 285 birîndar
Li Libyayê herî kêm 31 mirî û 285 birîndar
Li Libyayê herî kêm 31 mirî û 285 birîndar
Li Libyayê roja Înê ji bo ku hêzek milîsan biçe paytextê xwepêşandan hate li darxistin û rastî êrişa çekdarî hat. Li gorî Wezîrê tenduristiyê di pevçûnên ku tevaya rojê dewam kirin de herî kêm 31 kesî jiyana xwe ji dest da û 285 kes jî birîndar bûn.
Wezîrê tenduristiyê Nureddîn Dagman di daxuyaniya xwe ya di bernameya teybet a kanala televizyona Libyayê El-Ahrar de wiha got: “Bîlançoya dawiyê ya bi dest ketî 31 mirî û 285 jî birîndar hene.” Her wiha Wezîr Dagman diyar kir ku dibe ev bîlanço jî zêde bibe.
Çalakî dema ku hêzekî milisan roja Înê piştî nîvro di çalekiyên protestoyê ku hatine kirin rastî êrişa çekdarî hatin destpê kir.Çalekvan milîsên ku ji bingeha Misrata li rojhilatê welat xwestin biçine navenda xwe ya Trablus ya li başûr taxa Gargur ku bi navê navenda leşkerî a bi navê “Gargur”.
Di dema ku milîsan gule li ser xwepêşandan de barandin, roketek li nêzî cihê çalakiyê teqiya. Serokê meclisa xwecih a Trablus’ê Sedat El Bedrî diyar kir ku ji navenda leşkerî a milîsan gule hatine berdan. Şerê Milîsan el Nebî di daxuyaniya ku di bernamaya televizyonê de kirî de diyar kir ku guleyên yekem ji aliyê çalakvanan ve hatine berdan.
Çalekiyên protestoyê yên roja Înê nerazîbûna niştecihên bajêr a li hember ne cezakirina hêzên milîsan zêde dibe. Milîs ji bo ku tevlî êrişa li dijî rejîma Kaddafî a Rojavayiyan bibin ji deverên cuda yên bajêr hatibûn. Lê ev milîsane cardin şûnde ne vegeriyan. Hikûmet jî hewildide ku hêzekî artêşê û polîsan çêbike. Bi destwerdana Rojavayiyan a di Mijdara 2011’an de ku bi înfaza Kaddafî bi dawî bibû şûnde Libya hate terkirinî reweşekî xirabûyî de.