Li La Rochelle û Nîce ji bo Kobanê çalakî
Li La Rochelle û Nîce ji bo Kobanê çalakî
Li La Rochelle û Nîce ji bo Kobanê çalakî
Li bajarên La Rochelle û Nîce yên Fransa çalakiyên xwedîderketina li Kobanê pêk hatin. Di çalakiyan de hat diyarkirin divê kêliyek beriya kêliyekê ji bo Kobanê korîdora alîkariyê bê vekirin.
LA ROCHELLE
Li başûrêrojavayê Fransa li bajarê La Rochelle çalakiya şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ ên ser Kobanê û xwedîderketina li berxwedana Kobanê hat lidarxistin.
Nêzî 200 kesên li Place de la Motte kom bûn li gel pankartên “Li hemberî hovan tenê Kurd li ber xwe didin, hêzên navneteweyî li ku derê ne?”, “Teqez ji bo Kobanê korîdor bê vekirin”, “Kobanê rûmeta mirovahiyê ye” dest bi meşê kirin.
Girseya li cadeya herî mezin a bajêr meşiya li heman cihî jî mîtingek pêk anî. Çalakvanan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, flamayên PYD’ê hildan, Fransî û turîstên li derdorê jî eleqeyek mezin nîşanî mîtingê dan.
Girseyê belavokên têkildarî vekirina korîdora ji bo Kobanê belav kirin û çalakiya xwe bi dawî kirin.
NÎCE
Li bajarê Nîce yê Fransa nêzî 700 kesî çalakiya xwedîderketina li Kobanê pêk anîn. Girseyê pankartên bal dikişînin ser berxwedana Kobanê hildan. Di çalakiyê de siyasetmedarê Kurd Nurî Yaman jî axaftinek kir. Yaman ku berxwedana Kobanê vegot û diyar kir divê kêliyek beriya kêliyekê ji bo Kobanê korîdora alîkariyê bê vekirin.