Li Kurdistanê referandum, li Iraqê ji bo Suryaniyan xweserî

Li Kurdistanê referandum, li Iraqê ji bo Suryaniyan xweserî

Di mehên pêş de du pêşnûmeyên ku Kurd û Suryaniyan eleqeder dike dê li parlamentoya Swêdê bê nîqaşkirin. Di pêşnûmeyan de ji bo mafê ku kurd qedera xwe bi xwe tayîn bikin li çar paçeyên Kurdistanê referandum bê kirin, ya din jî ji bo Asurî-Suryaniyên li Iraqê di êrîşan de zirar dîtine, bên parastin herêmeke xweser bê avakirin.

Partiya Keskan a Hawirdorê ku demek berê ji bo ku li Kurdistanê referandum pêk were, pêşnûmeyek anî rojevê, piştî ku pakêta vala ya Erdogan hat aşkerakirin, ji nûve pêşnûmeyek da û di pêşnûmeyê de hat diyar kirin ku ji bo ku kurd qedera xwe bi xwe tayîn bikin divê biryara li Kurdistanê referandum bê kirin bê girtin û ji bo biryar bikeve jiyanê divê pewyirê bidin hikûmeta Swêdê.

Berdevkê Polîtîkaya Derve ya Pardiya Hawirdorê Bodîl Cebellos, parlamenter Valter Mutt, Annîka Lîllemets û Jabar Amîn di 3’ê cotmehê de pêşnûme dan serokatiya parlamentoyê û diyar kir ku wekê hemû gelên cîhanê divê gelê kurd jî pêşeroja xwe bi xwe tayînb ikin û hat diyar kirin ku ev maf di paragrafa yekemîn ya penmana Netewên Yekbûyî ya di sala 1966’an de bi awayekî zelal hatiye qebûlkirin.

Parlamenteran da zanîn ku ‘mafê qedera xwe bi xwe tayîn bikin’ bi sê biryarên cuda yên di lijneya giştî ya Netewên Yekbûyî de hatiye girtin re, xistine bi ewlehiyê û ev maf ji aliyê dadgehên navnetewî ve hatiye qebûlkirin.

Teşkîlata Hevkarî û Ewlehiyê ya Ewropayê (CSCE) di sala 1975’an de li  Helsinki, di 1993’an de li Parîsê û Netewên Yekbûyî jî di sala 1993’an de li Atînayê konferans pêk anîn û mafê qedera xwe bi xwe tayîn bike wek mafekî mirovan yê bavendî dîtin û got divê ev maf ji bo mirovan bê nasîn.

Di pêşnûmeyê de hat diyar kirin ku mafê herî sereke yê kurdan hatiye înkarkirin û got li Tirkiyeyê ev sed sale hebûna kurdan tê înkarkirin. Hat gotin ku mafê kurdan yên polîtîk û çandî tune, her wiha li Îranê jî kurd bi zextên girande ne û got: “Bi zimanê xwe nekarin perwerdê bibînin. Li Sûriyeyê ev 40 sale tu mafê kurdan nayê dayîn û wek biyaniyan dibînin.  Li Iraqê jî rejîmê mafê kurdan red kir. Piştî hilweşîna Saddam Huseyîn di 2003’an de kurdan statuyeke xweser qezenc kir.Gelê kurd û Kurdistan hat parçekirin. Êdî divê mafê kurdan bê qezenckirin.

SEDSALA 21’Ê DÊ BIBE SEDSALA KURDAN

Nivîskar û civaknas Îsmaîl Beşîkçî jî di hefteya borî di konferanseke di parlamentoya Swêdê de pêk hat de balkişandibû ser mafê kurdan yê ku qedera xwe bi xwe tayîn bikin û got sedsala 20’an  ji bo kurdan sedsalek wendaye û lê sedsala îsal tê de ne dê bibe sala serkeftinê.

Piştî şerê yekemîn yê cîhanê welatên Cemiyeta Netewan avakirinê, bersiv neda daxwazên kurdan û ev piştî şerê duyemîn jî ev ji aliyê Netewên Yekbûyî ve hat domandin, di van salan de li Asya,  Latîn Amerîka û Afrîkayê guherînên mezin çê bûn. Mêtînger yek bi yek serxwebûn qezenc kirin.

Beşîkçî da zanîn ku kurd di her du deman de jî li ser piyan bûn û têkoşîn meşandin lê li hemû cîhanê daxwazên kurdan li ber çavan nehat girtin.

JI BO SURYANIYAN HERÊMA XWESER

Parlamenterê Partiya Karkeran ya Demokrat a Sosyal Yilmaz Kerîmo bi pêşnûmeyekê komkujî û êrîşên li ser Asurî-Suryanî-Keldanî yên li Iraqê anîn rojevê. Kerîmo da zanîn ku kêmarên Xiristiyana qetil dikin û koçberiyê ferz dike û dixwaze paqijiyekê bike.Kerîmo da zanîn ku divê ji bo ewlehiya gelan herêmek xweser bê avakirin.