Li Kurdistanê pîrozbahiyên 8'ê Adarê berdewam dikin

Li Kurdistanê pîrozbahiyên 8'ê Adarê berdewam dikin

Parlementera BDP'ê Mulkiye Bîrtane di mitînga 8'ê Adarê ya li Geverê de axivî û wiha got: “Divê hikmeta AKP'ê û Birêz Erdogan dengê jinên Geverê bibihîze. Jinên Geverê li hemberî aştiyê samîmî ne hûn jî samîmî bin." Li Farqîn, Gîl, Tetwan, Panos û Qubînê jî jin derketin qadan û daxwazên xwe anîn ziman.

GEVER: Li navçeya Geverê ya Colemêrgê ligel berê û sermayê mitînga 8'ê Adarê bi tevlîbûna hezaran jinan dest pê kir. Jin bi kincên gelerî serê sibê li ber avahiya BDP'ê hatin cem hev. Jinan bi poster û pankratan heta Parqa Çandê ya Musa Anter meşiyan. Di meşê de pankrata “Ji Rêber Apo re azadî, ji Kurdistanê re statu” hate vekirin û gelek alên PKK'ê hatin hilgirtin. Di meşê de li gelek wêneyên jinên pêşeng ên jiyana xwe ji dest dan hatin hilgirtin. Li qadê ji bilî rojnamegeran tu zilam nehatin girtin. Mitîngê bi rêzgirtinê dest pê kir. Di mitîngê de peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate xwendin.

Şaredara Geverê ya berê Ruken Yetîşkîn axaftina vekirina mitîngê kir û wiha got: "8'ê Adarê roja azadiyê ye. Em dê heta azadiyê têkoşîna xwe berdewam bikin." Dayîka Aştiyê Zekiye Îke jî diyar kir ku bi pêvajoya aştiyê baş derbibe divê agirbesta dualî bê îlankirin.

Parlementera BDP'ê Mulkiye Bîrtan jî axivî û wiha got: “Em jin gelek bihêrs in. Bi qetilkirina Sakîne, Leyla û Fîdanan hêrsa me hêj zêde bû. Birêz Ocalan li Îmraliyê xwest ku qatilên jinên kurd êbn dîtin. Em jin jî heta komkujî tê zelalkirin dê berxwe bidin. Divê hikmeta AKP'ê û Birêz Erdogan dengê jinên Geverê bibihîze. Jinên Geverê li hemberî aştiyê samîmî ne hûn jî samîmî bin." Piştî axaftinan Koma Jinên Azad û Zelal Gokçe derketin ser dikê û stran gotin.

TETWAN: Li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê ji bi heman armancê li Salona Dehwetê ya Îşletme şahî pêk hat. Parlementea BDP'ê Pervîn Buldan, Endama MYK'ê ya BDP'ê Nejla Yıldırım û bi hezaran jin tevlî şahiyê bûn. Jin bi kincên gelerî tevlî şahiyê bûn. Piştî rêzgirtinê Parlementera BDP'ê Pervîn Buldan axaftinek kir û 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir. Piştî axaftinan Hûnermend Elîf Biyanî derket ser dikê.

GÊL: Meclîsa Jinan a BDP'ê ya Gêlê jî ji bo 3 jinên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin bîranîn li dar xist. Parlementera BDP'ê Emîne Ayna, Şaredar Petek Çapanoglu, Dayîkên Aştiyê û gelek jinên din tevlî bûn. Piştî rêzgirtinê sînevîzyon pêk hat. Parlementera BDP'ê Emîne Ayna axaftinek kin kir.

QUBÎN: Li navçeya Qubînê ya Êlihê jî bi heman hincetê şahî pêk hat. Endama Meclîsa BDP'ê Melîha Varişli, Akîde Îdîn, Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Êlihê Rahşan Çarboga û gelek jin tevlî şahiyê bûn. Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Êlihê Rahşan Çarboga diyar kir ku rojê herî kêm 5 jin ji ber şîdetê tên qetilkirin. Piştî axaftinan Koma Rosîda derket ser dikê û stran gotin.

FARQÎN: Li navçeya Farqînê ya Amedê jinên di atoleya sermaîk û berikan a di bin banê Navenda Minan a MEYA de dixebitin hilberînên xwe pêşandan. Şaredarê Farqînê Fadil Erdede, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Farqînê Kerem Canpolat û gelek kes tevlî bûn. Şaredarê Farqînê Fadil Erdede û Hevserokê Rêxistina BDP'ê Kerme Canpolat axivîn. Piştî re Koordînatora Navenda Jinan a MEYA Refîka Akkuş jî axivî û diyar kir ku pêşengeh dê 3 rojan vekirî be.

PANOS: Li navçeya Panosê ya Agiriyê ji bi heman armancê şahî li dar xist. Gelek jin tevlî şahiya li Navenda Çandê ya Serhatê bûn. Piştî rêzgirtinê şahiyê dest pê kir. Endama Meclîsa Jinan a BDP'ê ya Panosê Esma Canbay axaftinek kin kir.